Zindana mi, mala mi
Filmekî nu ji produksion û derhênan Mano Khalil.
Di sala 1988 de, û di dema operasîonên Anfalên de, leskerên Saddam bi alîkariya Kurdên Xayin yên Cahs, ku alîkariya Saddam dikirin. Bi hezaran gundên Kurda talan û vala kirin. Malbat, jin, zaro û kal sandin zindana li hemu perçên Îraqê.  Bi deh hezaran ji wan hatin kustin û heta roja îro tu xeber li ser wan nîne, yen din bi hezaran ji birçîbun û tîbunê mirin.  Ev fîlm çîroka sedan malbatiyên Kurdin ku Seddam ew xistibun Zindana Qela Nîzarkê li bajarê Duhokê.  Bêhtirîn hatn kustin, yen ku sax man, pistî azadkirina Kurdistanê, xwestin ku herin gundên xwe, mixabin gund hatibun xirakirin, kanî û rubarên wan hatibun xetimandin û ziwakirin. Bo wilo neçar man û vegeriyan zindana xwe. Zindan kirin mal bo xwe. My_Priison_My_home_491690209.jpg
Heta roja îro bi sedan malbat di Zindana qela Nîzarkê de dijîn.
Cihê ku xelk têde dihatin sêdar kirin û kustin, buye cihê xewê ji wan re, û odên ku mirov têde dihatin sewitandin buye cihe xwarinê…
Ev mirov heta roja îro li hêviyê ne, ku gundên wan werin ava kirin ku karibin vegerin gundên xwe…Ma gelo heta çi demê ev mirovê Kurd wê di zindana Nîzarkê de bijîn?

F
E
E
D

B
A
C
K