Zulfa Talê ji gundê Kelesbegê yê girêdayî navça Talînê li Ermenistanê  bû û bi esila xwe ji bakurê Kurdistanê ne. Zulfa Talê sala 1928an li gundê Kelesbegê di nava malbateke Kurdên Êzidî da hatibû dinê.
Di van salên dawiyê da ew bi malbata xwe ra hatin Ewropa û li welatê Almaniya akincî bûn.

Pistî wefata dengbêj Resîdê Baso ew li cem kurê xwe hunemend Dilovan dima. Hesreta wê ew bû ku careke din vegere cem xizim û kesên xwe û li xerîbiyê nemîne. Êsa wê jî weke gelek dayikên Kurd dûrîketina ji zarên xwe û ji miroivên xwe bû. Tevî ku nexwende bû lê pir li ser asitî û civakeke tejî tenahî bi îsrar bû. Ev taybetmendiyên wê di danûstandinên wê yên bi gundî, cîran, bûk û endamên din yên malbatê ra jî hebûn.
Wê di temenê xwe yê tejî zehmetî û jiyana dûrî Kurdistanê 6 zarok perwerde kirin û dayikeke pir dilovan, xwedî çandeke kudewarî, bi rehim û pir jî milethez bû. Bi taybetî jî bi insanên derdora xwe ra bas derbas dikir.

Roja înê 13ê sibatê demjimêr 12 bi çaxê navenda Ewropa ewê li gorsitana Êzdiya li bajarê Bielefeldê bi merasimekê li kêleka hevserê xwe Resîdê Baso û Kurê xwe David Baso bê vesartin.

Bela serê hemû endamên malbata dayika me Zulfa Talê û bi taybetî jî hunermendê me yê hezkirî Dilovan sax be.

Kaksar Oremar
[email protected]

10. 02. 2009 Almaniya

F
E
E
D

B
A
C
K