Latest News

Stay Informed

Serpêhatiyên Penabertiyê

Pirtûka nû ya Hesen Huseyîn Denîz `SERPÊHATIYÊN PENABERTIYÊ` li ser jiyana Penaberên Kurd ên li Mexmûrê, ji derketina ji gund heta gihistina Mexmûrê bi wêne û bi bîranînên gundiyan ji devê wana hatiye nivîsandin li Wesanxaneya Aramê derket.

Daxuyaniya dawî ya dîdara medyakarên ji Basûr û Rojava

Di rojên 5-6/12/2012ê de dîdara medyakarên ji Ba?ûr û Rojava bi besdarbûna bêtir ji 200 medyakaran li jêr dirû?ma “Ji bo karkirina li ser rola medya di projeya a?tî û demokratiyê de li rojavayî Kurdiatanê” li bajarê Duhokê hate li dar xistin.

Banga Zimanê Kurdî

“Ev ziman yê me hemûyan e, ew welat yê me hemûyan e!”
472 Kurdên ronakbîr, akademîsyen, lêkolîner, mamoste, nivîskar, rojnameger, awûqat, xwendekar, siyasetmedar, muhendîs û doktor, yanî “472 Kurdên Kurd”, yên ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropa û Amerîka û Kanada û hetta Awustralyayê, ku ji zimanê xwe hez dikin û naxwazin ku Kurd ji hevdu bên parçekirin, li dijî wan provokasyon û heqaretên ku di warê dabeşkirina zarava û alfabeyên kurdî de hatine kirin, Banga Zimanê Kurdî îmza kirin.

Hêza Diaspora Kurd, Ahmet DERE

Li welatên Yekîtiya Ewropayê nêzê du mîlyonan Kurd dijîn. Ji salên 1960î vir ve Kurd li vê parzemînê dijîn û ji sisiyan yekê wan jî bûye hemwelatiyê Ewropayê.

Ewropa Serxwaz e, Ahmet DERE

Ji serê cîhanê yê duyem vir ve welatên Ewropayê soz dane hev ku ser nekin. Lê belê ev soz tenê ji bo wan e , yanê ew bihev re ser nakin, heman soz ne ji bo cîhanê ye.

Pêwîst e em Êzdî jî çarenûsa xwe bihêz û rêxistbûna endamên Êzdîtiyê diyar bikin, Kemal Tolan

Sikir ji Xwedê ra, min dît ku vê carê 23 mal û komelên Êzîdiyan jî bihev ra li dijî seredana serokwezîrê dewleta tirkiyê R. T. Erdogan û desthilatdariya hikumeta tirkiyê, ya ku netewîperestiya tirkan di ser ya her miletî de didenaskirin, tenê dîne îslamê heq dibîne û mafên nasnameya etnîkî, bawerî û rengên mirovên dinê jî kafir bi nav dike, derketin.

AKP, Cemaat û Pirsgirêka Kurd, Ahmed Dere

Serokê AKPê Recep Tayip Erdogan di nava hewldanên taktîkî de ye. Her ku diçe navbera AKP ya Erdogan û Cemaata Fetullah Gülen vedibe. Hilbijartinên Serokkomariyê ku wê di 2014an de pêk werin nakokiya di navbera Cemaat û AKPê de kûrtir dike. Li gorî agahiyan mêla Cemaatê li hêla Abdullah Gül e. Lewre Tayip Erdogan dixwaze rêveberiya AKPê ji hevalên xwe ên sadik bide çê kirin. Numan Kurtulmus ji wan yek e.

F
E
E
D

B
A
C
K