Latest News

Stay Informed

Bidîtina min, tu civak û netew mîna me Êzdî-Kurdan peyva Xwedê di nav zargotina xwe de bikarnayne !

Gelek xwandevanên birêz jî dizanin ku, min di gotara xwe ya bi navê BAWERIYA ÊZÎDIYA YE BI XWEDÊ(*1) de jî daye xwanê kirin û vêga hêjî di ilmê me Êzdiyan de tê gotin, Xweda yê me hemû giyanderên li seran serê cîhanê yeke. Hemû civak, ol û netewên ku li ser ruyê vê dinya yê hene, li gorî çande û baweriya xwe hebûna Xwedê nasdikin û her yekê jî bi zarave anjî zimanê xwe ji Xwedê ra dibêje najî gotine : Hurmuz, Aton, Marduk, Samas, Bal, El, Hadad, Xuda, Padisa, Xwedî, Rab, Temuz, Dumuzî, Adonis, Yezdan, Yazad, Xaliq, Tanri, Allah, Gott, Xwudah, Xwedê û whd.

Di 112 Salvegera Rojnamegeriya Kurdistanî De, Konê Res

(Rojnameya KURDISTAN Û Mîr Miqdad Medehet Bedirxan)
Di baweriya min de, eger Bedirxanî û Mîr Miqdad Medehet Bedirxan bi taybetî, ne xwediyên Banga Netewî Kurdî a 2'mîn bin, lê her ew xwediyên banga netewî Kurdî a 3'mîn in… Rast e helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî bavê banga netewî kurdî a yekemîn e û wek ku hatiye naskirin Hacî Qadirê Koyî yê duwemîn e, lê her Bedirxanî xwediyên wê qenciyê ne, çiko Hacî Qadirê Koyî di bin bandora Bedirxaniyan de, li Stenbolê fêr û serwextî kurdewariya netewî bûye…

Sûrî: Lêkolîneke nû li ser rewşa Kurdên bê nasname Ji bo yekemîn car hejmarên pêbawer peyda dibin

(Berlin, 15ê nîsana 2010ê) ‒ Li gor lêkolîneke malpera KurdWatch.orgê, ku îroj hat weşandin, li Sûriyê 154.000 Kurdên bê nasname yên qeydkirî hene. Grûpa biyaniyên qeydkirî (ejnebî) ji sala 1962ê ve bêyî nasnameya sûrî dijî û bi vî awayî bêyî mafên bingehîn ên welatiyan. Di sala 1962ê de hikûmeta sûrî biryara serjimartineke awarte ji bo parêzgeha Hisiçayê da, ku bêtir Kurd lê niştecî ne, û nasname ji 120.000 welatiyên kurd stend.

Zagona Bingehî û Kurd, Ahmet DERE

Van rojan li Tirkiye’yê niqaşên di derbarê Zagona Bingehî de gur dibin. Wisa diyar e ku AKP dixweze li gorî berjewendiyên xwe zagona bingehî çe bike. Li aliyê din jî CHP û MHP jî hewl didin ku rengê guhertinan li gorî xwe çê bikin. Rayedarên hin saziyên dadî jî dixwezin li pêşiya guhertinan astengiyan çê bikin, armanca wan parastina zagona heyî ye. Wisa dixûyê ku wê qirecireya niqaşan hê jî kûr bibe û mehên havînê bike bin bandora xwe.

Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî, Bruksel, Derwêsh M. Ferho

Girîngiya ziman di nava shertên netewebûnê de ziman girîngtirîn wate ye. Herweha ji bo berdewamiya neteweyekî jî ziman sitûna bingehîn e. Berjewendî, orf û adedên hevpar, kultûr û folklora hevbesh encex bi zimanê wî neteweyî giraniyê nas dike. Xweshbûn û ma’neya sitran, govend, çîrok, helbestê encex bi zimanê neteweyî mimkin e. Gelek caran ziman mîna nasnameya gel, yan netewe, tê bi navkirin. Ev rast e.

F
E
E
D

B
A
C
K