Latest News

Stay Informed

Li Basûr / Herêma Kurdistanê Mafê Mirovan

EuroKurd Human Rights dezgehek însanî ye û li ser pirsa mafê mirovan li Kurdistanê dixebite. Dezgeh bi çi hêz û îdeolojiyan ve ne girêdayî ye, ji awira aborî ve serbixwe ye. Xebata xwe li ser bingeha rojnamevaniya lêkolînî pêk dihêne û pirsa mafê mirovan li ser esasê qanûn û peymanên navnetewî disopîne.
EuroKurd rapor û nûçeyên li ser pirsê berhev dike û yên giring werdigerîne kurdî. Pasê ji bo ronîkirina raya gistî bi rêya malpera xwe belav dike.
EuroKurd bi dezgehên navnetewî /netewî yên însanî re têkiliyan datîne.
Zarathustra News ji bo berhevkirina nûçeyên li ser pirsê, di xizmeta EuroKurd Human Rights ê de ye. www.eurokurd.net li ser bingeha armancên EuroKurd ê wesana xwe dike. Naveroka malperê giraniya xwe li ser pirsên mafê mirovan li Kurdistanê û ewlekariyê ye.

Birîna Res*, Arjen Arî

Di wextekî ku lehengên çîrok û çîvanokan: dêwên heft serî, merivên ku ferên asan bi lingên wan ve, mêrxasên ku bi sûr û mertalên xwe zîhê-mar dikustin, dîkê ku seba libek dahn diçû serê pîra dudiran…sûna xwe dan lehengên civakî; û pê re hizr û xeyal jî weke zarokên bi pêya ketî xwe spartin dîwarê jiyanê, rojeke zivistanê leqayî navê wî bûm: Mûsa Anter!

Çend nimûne ji hunerên destî ya Kurdî

Hilberîna (produksiyon, întac) hunera destî, ku jê re bi înglîzî Hand Made dibêjin û li nik gel û milletên dinê xwedî nirxek pirr ê payebilind e, lêbelê li welatê me, hunera van berhema destî li we êdî rojên xwe yên dawiyê dijî. Ango mixabin ku besek mazin a ji hilberîna hunera destî ya li Kurdistanê êdî li ber windabûnê ye.

Kovara W Hejmara 22’an derket

Xwendevanên hêja û delal,
Di havîna îsal a germ û xelabarî de em bi hejmareke din a Kovara W(e) li pêsberî we ne.

Pêsbaziya Weqfa Malbata Ferho

Amanc, xwedî derketina li serok û lehengên gelê kurd e. Sedema bingehîn ku gelê kurd nebûye xwedî dewlet, ji tunebûna serokatiyeke karîzmeya bilind, bi hêz û xwedî hismendiyeke berz û hemdemî ye.

Min ê çi bigota? Cankurd

Li ser girtina hinek serek û kadro yên hembervaniya demokrat a sûrî, û ji wan jî hinek rêberên tevgera kurdî, wekî herdu hêjayan (Misaal Temo û Mihemed Mûsa Mihemed), hem ji aliyê saziyên mafên mirov ve û hem jî ji aliyê gelek kes û nasan ve, çi Kurd û çi biyanî hate nivîsandin…

F
E
E
D

B
A
C
K