Latest News
Stay InformedLi Shêxana Êzîdiyan, Derwêsh M. FERHO
Ji bo seredaneke karûbarên Enstituyê di navbera 7 û 14 mehê de li Bashûrê Kurdistan im. Heso Hurmê, rojnamevanê Kurdistan TV, Mîr Dasinê Mîr Faruq Beg û Binefsha Bêrîvan jî hene. Bêrîvan hê ji Hewlêr ji bo beshdariya festîvala filman li Dihokê ji me diqete. Filma wê “Phone Story” (Dîroka Telefonê) di festîvalê de dilîze. Ez, Heso û Mîr Dasin di rojên civan hene li Hewlêr, Koye û Dihokê amade ne. Rojên din berê xwe didine nava gundên Êzîdiyan.
Kurdocide Watch-CHAK:“Azadiya Demirbas” pirsa wijdanê însanetiyê ye
Kampanya dezgeha mafê mirovan ya li dijî jenosîdê, Kurdocide Watch-CHAK ya netewî û navnetewî jibo azadiya Saredarê SUR ê Abdullah Demirbas piralî didome. Kampanya, ji aliyê CHAK Bakur hatibû plan program kirin, lê gava pêsî ji aliyê navenda CHAK ê ve hatibû avêtin.
Beljîka bi kiryarên xwe shermezar e! Derwêsh M. Ferho
Di 4ê meha adarê de polîsê Beljîka bi qasî sêsed polîsî êrîsh biribû ser dezgehên Kurdî. KNK, Roj Tv û hin saziyên din bûbûn hedefê van êrîshan. Awayê van êrîshan hovane bû. Bê sûc û sebeb cîhazên xebatê ji hindiru birin. Eger gotin din ciyê xwe de be “dizîn”. Siyasetmedarên Kurd, Remzî Kartal, Zubeyir Aydar û panzdeh kesekî din binçav kirin. Cîhaz hê venegeriyane. Lê pash 21 rojan hemû kesên hatibûn girtin serbest hatin berdan.
Kampanya : Azadî ji bo Abdullah Demirbaş, şaredarê SÛR’ê!
Enstituya Kurdî ya Brukselê kampanya ji bo azadiya A. Demirbas dide destpêkirin!
Kampanya “Azadî ji bo Demirbaş” li Belçîkayê mezin dibe
"Divê A. Demibas û hevalên wî azad bibin!"
NIvîskarê Kurd li Elmanya dibe mêhvanê Brukselê
Gie Goris, xwedî û berpirsiyarê kovara MO li ser hunerê nivîsê pirsan ji Shêrko Fatah dikie.
“Ev hunera ez dikim ji bo kalikê xwe dikim.” Ayten Înan
Keçeke Kurd a 18 salî li Fransa bajarê Creil bi sê zimanan dikare biaxive, du zimanên din fêr dibe û bi gelek zimanan mûzîkê çîdike.
ÇÊNABE KU DENGÊ ROJ TV’YÊ BÊ BIRRÎN!
Pêlweşanên Roj TV’ya ku di nava çapemeniya Kurdî de xwediya qewîntirîn kelepora televizyonvaniyê ye, piştî biserdegirtina ku pêla hanê ji aliyê polîsê Belçîkî ve hate kirin, hatin birrîn.
Ji Turkan re maf e, lê ji Kurdan re guneh e! Derwêsh M. Ferho
Serokwezîrê Turkiyê Erdogan di vê dawiyê de ji bo civaka Turk li Elmanya, mafê bikaranîna zimanê Turkî daxwaz kiriye. Û dibêje “meriv divê di destpêkê de zimanê xwe yê dayikê bash bizane.” Behsa hebûna kolejên bi zimanê Elmanî li Turkiyê perwerdê dikin kiriye û pirs dike. “Ji bo çi kolêjên bi zimanê Turkî perwerdê dikin li Elmanya nebin?”

