Latest News

Stay Informed

Gerek Kurd Bêdengiya YE li ser pirsgirêka Kurdî Bishkînin, Derwêsh M. FERHO

Ji her sal zêdetir zordestî û lîstikên dewleta Turkiyê li ser gelê Kurd di 2009 de xuya kir. Bi saya medya Kurd, ku bi cesaret û bê rawestan wezîfa xwe bi cî anî, pirraniya zilma li ser Kurdan hate kirin bi cîhanê da zanîn. Lê mixabin, cîhana ku li ser mijara demokrasiyê bê navber diaxive, di pirsgirêka Kurdî de di nav bêdengiyeke mezin de bû! Di serî de ji Yekîtiya Ewropa (YE) xwe kerr û kor nîshan da.

Saleke Bizehmet Derbas bû, Ahmet Dere

Sala 2009 bizehmetî derbas bû. Wisa diyar e ku hin zehmetiyên 2009’an di 2010’an de jî bijîn. Lê belê di heman salê de hin astengiyên kevneparêz û nijadperest jî li Tirkiyeyê ji holê rabûn.

Cemşîd Bagokî:Luqman Yûsif Û Reş Û Spî, Konê Reş

Di van rojên paşiyê de ev pirtûka bi navê (Reş Û Spî: Çîrok û Çîvanok), ya rêzdar Luqman Yûsif derketiye ber destê xwendevanan. Bi min xweş e ku ez vê pirtûkê bi xwendevanên zimanê kurdî bidim naskirin. Pirtûk ji 110 rûpelan pêk tê, 27 çîrok û çîvanokên gelêrî di nav rûpelên xwe de kom dike, bi kurdiyeke zelal û şêrîn hatine hunandin.

Piştî Qedexekirina DTP’ê, Ahmet Dere

Roja 11’ê Kanûnê li Tirkiyeyê DTP hate qedexekirin. Lê belê doza lidijî DTP’ê ji sala 2007’an vir ve vebibû û di destê dozgeran de bû. Kengê hatiba xwestin dozgerên tirk dikaribûn heman dozê bigirtana dest û biryara xwe dabûnayê.

Partiya Çep ya Swêdê:Em girtina DTP ê li Turkiyê mehkûm dikin

Îro, Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Turkiyê biryara girtina partiya Kurda DTP ê da. DTP giraniya xwe, rêvebiriya 99 şaredariyan, 9 meclîsên wîlayetan û 21 parlamenteran di meclîsa Turkiyê de dike. DTP piştgirya xwe li başûrê rojhilatê Turkiyê xurt e û ji bo çareserkirina pirgirêka Doza Kurda bi şêweyekî aştiyane dengek bi hêz e.

Divê terora ”Anayasa Mahkemesi” bê rawestandin

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Turkiyê- ”Anayasa Mahkemesi” biryara girtina DTP da. Her wisa mafê 37 polîtîkarên DTP yî ku bi siyasetê mijûl dibin, ji holê rakir. Partiyên neteweperest û jenosîdxwaz ”CHP” û ”MHP” piştgiriya biryarê dikin. Li Turkiyê, Kurdistanê û gelek welatan li dijî biryarê dengên nerazîbûnê bilind dibin…

F
E
E
D

B
A
C
K