Latest News

Stay Informed

Sheva agahdariyê li ser pirsa Kurdî

Înî, 11 Kanûn 2009, saet 19,
ZAAL BETHANIË, Boksbeeldenstraat – Hasselt (nêzî Meydana Golf e)
Frieda Brepoels, Parlementera Ewropa (N-VA)
Derwêsh M. Ferho, serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê!
Hun bi xêr û xweshî hatin!!!

Encamnameya Civîna Desteya Ahengîsaza TZP-Kurdî

Ji çapemenî û raya giştî re…
Desteya Ahengîsaz a Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) piştî konferansa sêyemîn civîna xwe ya duyemîn li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî û xebatên TZPKurdî hatin nirxandin, plansaziya giştî ya dema nû hate kirin. Di civîna navborî de helwesta rayedarên Tirkiyeyê wekî helwesteke xapandina gelê kurd hate binavkirin, nemaze jî bûyerên li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan wekî provakasyonekê hate binavkirin. Hate gotin ku ji bo aştiyeke rasteqîn divê rayedarên dewletê dev ji van polîtîkayên qirêj berdin îradeya gelê kurd nas bikin.

Rola Wergerê Di Rûniştina Ziman Û Ededê Netewî De, Konê Reş

Bêguman rola wergerê di pêşketin û rûniştina zimanê netewî de zor mezin e. Nexasim sebaretî me Kurdan ku zimanê me qedexe ye; nivîsandina bi zimanê me qedexe ye.. Û wek ku diyar e pêşketina ziman, bi xwendin, nivîsandin û xebitandina wî zimanî ye…

AKP û Dewlet Hevpar in, Ahmet DERE

Piştî hatina komên aştiyê her ku diçe rojeva lidora pirsgirêka kurd û armanca dewleta tirk « zelal » dibe. Bi awayeke giştî ez dikarim bêjim ku Tirkiye di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hê bibiryar nin e. Weke parçeyeke dewletê AKP û hikûmeta wî jî di heman mijarê de xwediyê nêzîkatiyeke zelal nîn e.

Kesên Wek Salihê Kevirbirî Pêşmergên Bajara ne, Konê Reş

Bi armanca ku vê paşiyê çar pirtûkên Salihê Kevirbirî çap bûne û li Tirkiyê û Kurdistanê hatine belav kirin, di roja 22/11/2009 li Stenbolê di Kurd-Cafê de, semînerek li dor nivîskariya wî hat li darxistin. Di semînerê de helbestvan Kawa Nemir û nivîskar Alî Fikrî Îşik bîr û baweriyên xwe li dor Kevirbirî anîn ziman. Paşê di koktêleyê de Kevirbirî pirtûkên xwe îmze kirin..

29/11/2009, Shêxmus Dagtekin li Brukselê

Nivîskarê Kurd Shêxmus Dagtekin (1964) yek ji wan kesên ku nûjeniyê dixe nava helbesta Frensizî. Heft dîwan nivîsîne û pirr caran xelat stendiye.

F
E
E
D

B
A
C
K