Latest News

Stay Informed

Guherîn, Samîmiyet û Dewleta Tirk, Ahmet DERE

Roja 10’ê Mijdarê, yanê îro, li Enqereyê di Meclîsa Tirkiyeyê de mijara « çareseriya pirsgirêka kurd » tê niqaşkirin. Qasê ku hatiye ragihandin wê heman niqaş du rojan bidomin. Di demên borî de jî di bin baniyên heman Meclîsê de pirsgirêka kurd hatibû niqaşkirin lê belê em dizanin ku ti encameke erênî nehatiye destxistin.

Di Rojbûna Dr. Cemşîd Bedirxan De 100 Saliya Rewşen Bedirxan, Konê Reş

Di roja 09/11/2009 an de, li bajarê Hewlêrê di bin çavdêriya çavdêriya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ya kabîneya 5 an Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna nûnerê serokomara Îraqê Mam Celal Talebanî û wezîrê kulturê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd û hejmarek mezin ji berpirsên hizbî û hikûmî yên herêma Kurdistanê, 100 Saliya Şahjina Kurd Rewşen Bedirxan hat li darxistin û di bin durişma van gotinên wê de hat pîroz kirin: Yekîtiya Kurdan bide min, ez ê Kurdistanek azad bidme te.

Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî

5 – 6– Mijdar [November] 2009,
Li Parlementa Flaman ya Brukselê [Vlaams Parlement], 1011 Brussel, Belgien,
Dijî her reng asîmîlasyonê:
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK],
[Rêxistinên hevkar: Instîtuya Kurdî ya Brukselê, Instîtuta Kurdî li Elmanya, Instîtuya Kurdî ya Stockholmê]

Çûna Mêrdînê, Konê Reş

Doda gundek ji gundên Beriya Mêrdînê ye. Li vî gundî çêbûme, zaroktiya xwe lê derbas kiriye û min hezê kiriye.. Ev gund li ser herdu şivên hesin, di navbera Mêrdîn û Amûdê de ji rojava ve û Nisêbîn û Qamişlo ji rojhilat ve dikeve. Bi nerînê dor 50 km dûrî Mêrdînê ye.

Asta Çareseriya Pirsgirêka Kurd, Ahmet DERE

Di pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd de asteke nû derketiye holê. Digel nêzîkatiyên sar û ne dicih de ên rayedarên Tirk, bi taybetî ji destpêka sala 2009’an vir ve bûyerên dîrokî diqewimin. Ya herî girîng ew e ku di nêzîkatiya raya giştî a Tirk û Kurd de germahiya ji bo aştî û biratiya gelan çêbûye. Her ku diçe ev rewşa erênî pêşdikeve û li ser tevahiya Tirkiyeyê bandorê çêdike.

Nivîskar Eslîxan Yildirim û pirtûka:”Di sedsala 20 an de Kurdistan û sînor”, Gabar Çiyan

Pirtûka nivîskara kurd Eslîxan Yildirim ya nû ”Di sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor 1” di nava weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê berî nuha belav bû. Mijara pirtûkê, perçebûna Kurdistanê û hêmaya sînorbûnê ye. Nivîskar Yildirim li ser dîroka dabeşkirina Kurdistanê û rewşa sînoran pir alî hûr dibe û qonaxên dîrokî ronî dike. Pirtûk, 280 rûpel e.

F
E
E
D

B
A
C
K