Latest News
Stay InformedBelê Mamoste! Konê Reş
(Ji Yadvegera 85 Saliya Şehîdbûna Şêx Seîd Û Hevalên Wî Re)
Ez jî mîna seydayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî dibêjim“HAWAR”e û wê „KÎ HILGIRÎ VÎ BARÊ MIN„! Kemal Tolan
Ez baverim, em ew kesên hinga ku ji Kurdistanê hatine û temanê me hingê 10 sal anjî zêdetir bû, em baş dizanin, dema ku meriv li nav mal, gund, êl, êşîr û bajarekî de tevî kulfetê xwe(dê, bav, kal, dapîr, xuşk, bira, ap, xal û hwd.) dijiya, divabû meriv xwedî baweriyekê be.
Rewşa li Kurdistan’ê, Helwesta Ewrûpa’yê û Hikûmeta Herêmî, Ahmet DERE
Li Bakurê Kurdisan’ê rewşeke awarte heye. Di nava deh salên borî de, ti demekê li vê parçeyê welatê me xeterî û her wiha lezgînî wiqasa bilind nebibû. Qasê ku ez dibînim, her ku diçe ev rewş xerab dibe û di navbera civakên kurd û tirk de birînan kûr dike.
Daweya Muharrem Erbey di Yekîtiya Ewropayê de
Parlamentera Swêdî Eva-Britt Svensson ku di Parlementoya Ewropayê de dixebite, ji ber zîndanîkirina parêzvanê mafê mirovan Muharrem Erbey ya li derveyê hiquqê, pirsek fermî pêşkêşî Komîsyona Yekîtiya Ewropayê kir û ji wan xwest ku bersivê bidin û tedbîrên pêwîst bistînin. Pirsa Svensson ê wisa ye:
24/06/2010, Enstituya Kurdî ya Brukselê atestên qedandina kursa zimanê Fransizî da shagirtên xwe
Weke her sal, shagirtên zimanê Fransizî li Enstituya Kurdî ya Bruksel di dawiya salê de atestên xwe ji du mamostanên xwe stendin. Ew kurs di bin sîwana Wezareta Perwerdê, besha perwerda berdewamî ji bo mezinan de derbas dibe û ji du kursan pêk tê.
Bi minasebeta salvegera mamoste Shekiroyê Xudo
Sekiroyê Xudo zanayekî mezin bû.
16-20/08/2010, Projekt: “Xort serkêshiyê dikin” : Peywendî bê zor û bikaranîna shidetê
Kampa Havînê ji bo xortan ji civakên cida (Kurd, Rûsîaxêv û Chechen), 16-20/08/2010, Centrum Destelheide in Dworp (nêzî Bruksel)
Li ser nîqaşên Romana Kurdî, Medeni FERHO
Nivîskar, ji bo cîhaneke coşûxûroþ ava bike dinivîse û dixwaze cîhanê biguhere. Eger nivîskar rastiya civaka xweö bı kûrayî û dirêjî ne jî, ji pêşengî û rêzantiya civaka xwe jî dûrdikeve û nikare bibê çavdêrê dema xwe. Rastiya nivîskarên Kurd, dûr û kûr e. Lewma tevger û hewldnanên wan jî, bê encam dimînin. Belawela ne, tenê ne û ji hevkarî û yekîtiyê dûr in. Di nava şerekî têr nakokî de dijîn û bi nav serûguhên hev dikevin. Vê rastiya biçûk, ew kirine lêgerîneke “loby”tiya hevaldost..
ÇîROK BI DU ZIMANAN HATIN XWENDIN
Li bajarê Erstfeld ê girêdayî Kantona Ûrî ya Swîsreyê, li dibistanê ji bo zarokên kurdan ên ku li vê dibistanê dixwînin rojeke çand û wêjeya kurdî hat lidarxistin. Di rojê de çîrok bi zimanê Kurdî û Almanî hatin xwendin û leyistikên zarokan dîsa bi her du zimanan hatin lîstin.

