Latest News

Stay Informed

Konferansa Mêrxas, rêveber û sexsiyetên Êzdiyan

Konferansek di 28-29/11 2009-ê de, rojên semî û yeksemê, li salona MALA ÊZDÎYAN li Oldenburgê, di derheqa mêrxas, rêveber û sexsiyetên êzdiyan yên dîrokî dê bêt li dar xistii. Zaniyar, nivîskar û oldarên naskirî dê di wan herdu rojan, di derheqa wan kesayetiyên navdar yên êzdiyan de biaxivin û bersiva pirsên haziran bidin. Derê konferansê ji her kesî re vekiriye. Programa van du rojan bi vî awayê jêrîn e:

Têkilî

Enstituya Kurdî ya BrukselêBonneelsstraat, 16, Rue Bonneels1210 BrûkselTel : +32(0) 2 230 89 30Fax : +32(0)2 231 00 97info@kurdishinstitute.be Saetên vekirî :Ji Dushemê heta Înê : 9:00 – 17:30...

Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî, Bruksel, 05-06. 11. 2009, Derwêsh M. Ferho

Girîngiya ziman

Di nava shertên netewebûnê de ziman girîngtirîn wate ye. Herweha ji bo berdewamiya neteweyekî jî ziman sitûna bingehîn e. Berjewendî, orf û adedên hevpar, kultûr û folklora hevbesh encex bi zimanê wî neteweyî giraniyê nas dike. Xweshbûn û ma’neya sitran, govend, çîrok, helbestê encex bi zimanê neteweyî mimkin e.
Gelek caran ziman mîna nasnameya gel, yan netewe, tê bi navkirin. Ev rast e.

Guherîn, Samîmiyet û Dewleta Tirk, Ahmet DERE

Roja 10’ê Mijdarê, yanê îro, li Enqereyê di Meclîsa Tirkiyeyê de mijara « çareseriya pirsgirêka kurd » tê niqaşkirin. Qasê ku hatiye ragihandin wê heman niqaş du rojan bidomin. Di demên borî de jî di bin baniyên heman Meclîsê de pirsgirêka kurd hatibû niqaşkirin lê belê em dizanin ku ti encameke erênî nehatiye destxistin.

Di Rojbûna Dr. Cemşîd Bedirxan De 100 Saliya Rewşen Bedirxan, Konê Reş

Di roja 09/11/2009 an de, li bajarê Hewlêrê di bin çavdêriya çavdêriya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ya kabîneya 5 an Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna nûnerê serokomara Îraqê Mam Celal Talebanî û wezîrê kulturê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd û hejmarek mezin ji berpirsên hizbî û hikûmî yên herêma Kurdistanê, 100 Saliya Şahjina Kurd Rewşen Bedirxan hat li darxistin û di bin durişma van gotinên wê de hat pîroz kirin: Yekîtiya Kurdan bide min, ez ê Kurdistanek azad bidme te.

Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî

5 – 6– Mijdar [November] 2009,
Li Parlementa Flaman ya Brukselê [Vlaams Parlement], 1011 Brussel, Belgien,
Dijî her reng asîmîlasyonê:
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK],
[Rêxistinên hevkar: Instîtuya Kurdî ya Brukselê, Instîtuta Kurdî li Elmanya, Instîtuya Kurdî ya Stockholmê]

F
E
E
D

B
A
C
K