Latest News

Stay Informed

Ji Destbirakê Min Hesen Kaya Re, Konê Reş

Min ji dostê xwe re got; mamoste! Va meha oktoberê hat, nabe ku 25 saliya Cegerxwîn bê bîranîn derbas bibe.. Yobîla zîrîn e.. Pêwîste, em çendek bi hev re herin serdana gora wî û gurzek gulan li ber serê wê deynin.. Bi kêmayî bi çend gotinan, em wî bibîr bînin.. Ku ne ez u te wî bibîr bînin ma wê kî wî bibîr bîne? Raste, rewş nexweş e, xerab e û zext pirin lê serdana gora Cegerxwîn di rojeke wiha eyan de ferzeke eyne, ew jî qedera me ye..

Aramê Tîkran: Seydayê Mûzîk û sitrana Kurdî (1934 – ….), Derwêş M. FERHO

Ji 12 saliya xwe ve “bi şiretên bavê xwe dest bi heza mûzîk û sitrana Kurdî” dike. Bi beşdariya şahiyên cihê di nava muzîk û sitrana Kurdî de dipejire. “Her roja diçe, ji hunerê xwe zêdetir hez” dike. Di destpêkê de, bi qasî salekê li Ûdê dixe û “tesadûfî” cumbûşekê dibîne.“Min hez jê kir û dengê min li cumbûşê hat. Min ji Stembolê yek da anîn. Ew roj, ev roj cumbûş bû cîhaza mûzîka min”.

Dosya Taybetî:Rewsa eserên dîrokî li Herêma Kurdistanê

Nirx, anku eserên dîrokî, mîna peyker, keleh, kanalên avê û cihên olî û hwd, sahidbûnê ji
hebûna çandan re dikin. Her nirxek dîrokî, ji bo çanda xwe, delîlek zindî ye. Lewma
parastina nirxên dîrokî, xwedî derketina li dîrok, çand, bawerî û hunera xwe ye.

Ber bi standardkirina zimanê kurdî, Heso Hurmî

Wek tê zanîn hebûna gelek zaravan di her zimanekî de li seranserî cihanê pêverê zengînbûn, hêzbûn û xweşikbûna wî zimanî ye. Lê mixabin li cem kurdan pirbûna zaravên kurdî (kurmancî, soranî, hewramî, kelhûrî, zazakî, goranî … hwd) ji me re bûye pirsgirêkeke mezin û li çareya xwe digere. Rojbiroj hêviya hevnêzîkbûnê kêm dibe û nehezên kurdan mifa ji vê çendê wergirtine ku zêdetir nakokiyê û dubergiyê bêxine nav me.

Dildariya Kurdî û Rastî, Hesen Huseyin Denîz

Her mirovek di himbêza dayîkekê û her dayîkek jî di civakekê de mezin dibe. Bê guman ev mirov û dayîk bi zimanê wê civakê mezin dibe, dide û distîne. Di dîrokê de desthilatdarî gelek caran ji bo mirov ji vê taybetmendiya xwe dûr bikevin zimanê dayîkê li wana qedexe dikin û zimanê xwe li ser wana ferz dikin. En ji vê re dibêjin hilandin, asîmîlasyon an veguheztin.

Hevpeyvîn bi Konê Reş re, Helîm Yûsiv

Konê Reş behsa serpêhatiya pirtûkên mîr Celadet Bedirxan, Mehmed Uzun û destnivîsa “Bîra Qederê”, kovarên kullek û seqet û nivîskariya Kurdî li Binxetê dike.

F
E
E
D

B
A
C
K