Latest News
Stay InformedMinorty Rights Group International: Kurd ji mafê perwerdê bêpar in
Dezgeha mafê mirovan ”Minority Rights Group International-MRG” berfirehtirîn rapora xwe li ser pirsa “Perwerde jibo hemu kesan rê / armanc/ qonaxek dur e: Nîviyê zarokên Cîhanê ku mecalên dibistanê bidest naxînin zarokên mînorîtêt û xelkên cî / kevnare ne” îro belav kir.
Dengdan bo Barzanî Wefadarî û Rûmet e, Konê Reş
Nivîsa Konê Reş li ser bijartinên Herêma Kurdistan
Komîteya Jinan ya PEN a navnetewî: Yukselê bê şert û merc berdin
Komîteya Jinan ya PEN a navnetewî -IPWWC ji rêvebirên dewleta Turkiyê re nameyek protestoyê şand. Di nameyê de girtin û zîndanîkirina parêzvana mafê mirovan Yuksel Mutluyê bi hişkî protesto dikin û ji Turkiyê daxwaz dikin û peymanên navnetewî binpê nekin. Nameya komîtê wisa ye:
Mîr Celadet Bedirxan û Merheleyên Pêwîst
(Di 58 Salyadiya Yadvegera Wî De)
ÊZÎDIYÊN CIZÎRÊ; TIRBESPIYÊ, AMÛDÊ, SERÊ KANIYÊ Û HESEKÊ – 3 – Konê Reş
( Lo lo Hey lo lo.. Edûlê dibakê; de werin, werin gelî hevala, gelî hogira! Em ê du'akê ji rebê xwe bikin; îsal payîzxêr zû li welatê me biketa, giya bibûna çar tiliya, na welleh çar buhista… Selefa siwarê Derwêşê Evdî hatiba devê konê bavê min keçikê birawesta, Derwêşê Evdî tasek ava cemidî ji min bixwesta… Ji kêfa ji eşqa, ji leza xirxalê lingê min bifirya, bazinê destê min bişkesta… Ez ê çûbama ber kunê ava nîvê şevê, tasek ava cemidî, qerisî bidagirta, çireçira şîrê xav ji sînga xwe bidota, destê xwe bavêta bêrîka xeftanê Şamgeylanî, çengek şekirê xiloxavî li nav bixista… Bi destê rastê, rahişta tasa avê, bi destê çepê jêre kiriba kemberbesta… Min ê ew tasa cemidî hêdî, hêdî biriba ji ezîzê dilê xwe re, daba desta… Bera hingî Derwêşê Evdî çavê xwe li min bişkenanda, lêvên xwe li min bigezta… Hingî mirad û meqsedê min li dinyayê çibûna, min ê ji nûka ji rebê xwe bixwesta…)
Nameya parlementerên swêdî bo Serokomar Gül
Îro li ser navê Partiya Çep ya Swêdê (Vänster Partiet), parlementera çalak Amineh Kakabaveh û Parlamanter Hans Lindeyê ku ji xebatên xwe yên di komîsyona parlementoya Swêdê pirsên derve, tê nasîn, nameyek nerazîbûnê ku rengek protestoyî jî hemêz dike, ji serokomarê Turkiyê Abdullah Gul re şandin.
Herdu parlamenteran piştgirî dan endama şerefê ya Komela Mafê Mirovan li Turkiyê-IHD Yuksel Mutluyê, û nerazîbûna xwe li hemberî girtin û zîndanîkirina wê anîne zimên. Em nameya wan pêşkêşî we dikin.
“Penaberê Parîsê” li Festîvala Parîsê
Fîlma lîstîkvanê kurd Ahmet Zîrek ji bo festîvala Parîsê hat hilbijartin.
ÊZÎDIYÊN CIZÎRÊ; TIRBESPIYÊ, AMÛDÊ, SERÊ KANIYÊ Û HESEKÊ – 2 – Konê Reş
( Lo lo Derwêşo! Min ê ti malê zehif û zor ji te navê.. bera kerîkî miya bê.. rebozekî hespa bê.. boşekî deva bê.. konekî reşî erebî, ser bîst û çar stûna bê.. mêkutekî ji darê darbena bê.. Ez ê vî konî vegirim li quntara çiyayê Evdilezîzê, delavê Çilqîza, Kepezê Mila, raserî Wêranşarê.. Ez ê berê vî konî bidim siyê, li min heram bê, ti carî berê wî nadim tavê.. Min ê e'hdek ji rebê xwe re daye; Piştî Derwêşê Evdî, kekê Fatma, siwarê Hedban mehra mêra li min heram bê…)
ÊZÎDIYÊN CIZÎRÊ; TIRBESPIYÊ, AMÛDÊ, SERÊ KANIYÊ Û HESEKÊ – I-, Konê Reş
Pêşgotinek pêdivî:
( Berriya Mêrdînê, bela bişewite berrîk bi ripin e, sê konên reş î Kurmancî lê vegirtin e, yek jê ê Hemê Mûsê ye, yek jê ê Zor Temir Paşa, bavê min e, konê sisiyan ê kinik Derwêşê Evdî, kekê Fatma, siwarê Hedban, tirrad elgom, ew kilê herdu çavê min e…)

