Latest News

Stay Informed

Rya Teze, hejmara Tîrmeh 2011 derket.

Di pêvekê de rojnameya Rya Teze, hejmara Tîrmehê, ku li Êrîvanê, peytexte Ermenîstanê, tê weshandin dibînin. Di vê hejmarê de ev mijar hatine nivîsîn:

Sersaxî

Dayika Hemail ji nav me çû, lê bîra wê, evîna wê, keda wê di dilê me de dijî û ewê her bimîne.

JI BO BÎR Û REHÎYA GIŞTÎ BANGA LEZÎN

Gelê Kurd û Kurdistanî di proseseke dîrokî da derbas dibin û dagîrkerên Kurdistanê û hevkarên wan yên navneteweyî, dixwazin bi zihnîyeta destpêka sedsala bîsta, duyemîn car dagîrîya Kurdistanê di nav xwe da teng û fireh bikin, gelê Kurd û destkevtîyan têk bibin û Kurdan bêyî statû bihêlin.

Muxalefeta Sûriyê jî, nîjadperest e, Dr. Bengî HACO*

Herêm di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Desthilatdariyên dewletên herêmê, ji nirxên mirovahiyê, maf û jiyana bi rûmet dûrketine û ji bilî belengazî, neçarî, inkar û tunekirinê tiştekî din nadin gelên di sinorên dewletên xwe de.
Suriye jî yek ji van dewletan e.

Xweseriya Demokratîk û KCD, Ahmet DERE*

Roja bi wate ya 14’ê Tîrmehê de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amed’ê Xweseriya Demokratîk êlan kir. Bê guman mafê Gelê Kurd yê Xweseriyekê Demokratîk heye. Lewre, bi nêrînekê giştî, ev gava KCD’ê beruvajiyê nirxên demokratîk û xwezaya mafên gelan nîn e.

F
E
E
D

B
A
C
K