Latest News

Stay Informed

Dihoka rengîn, Derwêsh M. Ferho

Di roja 10ê Sibatê de li Dihokê ne. Rengîniya xwe zelal dide xuyakirin. Li aliyekî fastîvala film diçe. Ji hawîrdorê Kurdistan filmçêkrên Kurd û li aliyê din Yekîtîtiya Nivîskarên Kurd ‘Chilsaliya nivîserê Kurd’ tê pirozkirin.

Stratejiya AKP’ê û Ser, Ahmet DERE

Artêsa di bin serokatiya Ilker Basbug de vê gavê xwe di pozisyoneke parastinê de digire. Di nava rayedarên wê de nakokî hebin jî ew naxweze qelsiyên xwe bide xûyan. Diyaloga di navbera artês û hikûmetê de bi rêbazên pir zirav dimesin, ne artês û ne jî hikûmet naxwezin nakokiyên xwe bidin der. Jibo artêsekê weke a Tirkan ev jî pir normal e. Lê belê her tist li gorî ku tê xwestin lipês nakeve, daxwaza artês û hikûmeta AKP’ê jî wê neçe serî. Carna bûyer hin stratejiyan serobin dikin. Heman pêvajo dikare li Tirkiyeyê jî biqewume.

Kela Hawaran

Ez van rojan Romana nivîskar Zeynel Abîdîn a bi navê Kela Hawaran ku ji aliyê wesanxaneya HAN ve derketiye dixwînêm.

Civîna hevkariya saziyên kurd li Ewrûpayê

Li salona Instituya kurd li Stockholmê bi besdariya nûnerên Instutî, rêxistinên civakî û çandî, wesanxaneyên kurd, siyasetmedarên ji partiyên swêd û Serafetîn Halîs parlementer BDP, nivîskar û rewsenbîrên kurd civînek hate lidarxistin.

Redaktorê rojnameya Kurdî bi 21 salan hate cezekirin

Organîzasyona însanî û navnetewî ya Rojnamevanên Bêsînor- “Reporters Without Borders” bi giranî mafê hizirkirin û çapemeniyê li gelek deverên cîhanê dişopîne. Dezgehê, zilm û zordariya li dijî rojnameya Azadiya Welat û xebatkarên wê didome, pêkanînên dadgehên Turkiyê yên li dijî demokrasî û mafê hizirkirinê, ji xwe re kire mijar û li ser pirsê beyanek belav kir. Beyana wan wisa hatiye formulekirin….
Nûçeyên EuroKurd Human Rights – February 2010

F
E
E
D

B
A
C
K