Latest News
Stay InformedÇûna Mêrdînê, Konê Reş
Doda gundek ji gundên Beriya Mêrdînê ye. Li vî gundî çêbûme, zaroktiya xwe lê derbas kiriye û min hezê kiriye.. Ev gund li ser herdu şivên hesin, di navbera Mêrdîn û Amûdê de ji rojava ve û Nisêbîn û Qamişlo ji rojhilat ve dikeve. Bi nerînê dor 50 km dûrî Mêrdînê ye.
Turkiye di nav xwe û rojeva navneteweyî de
(Pirsa Kurdî, Rojhilata Navîn, Kafkasya, YE, YDA), Aachen, 25.10.2009
Asta Çareseriya Pirsgirêka Kurd, Ahmet DERE
Di pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd de asteke nû derketiye holê. Digel nêzîkatiyên sar û ne dicih de ên rayedarên Tirk, bi taybetî ji destpêka sala 2009’an vir ve bûyerên dîrokî diqewimin. Ya herî girîng ew e ku di nêzîkatiya raya giştî a Tirk û Kurd de germahiya ji bo aştî û biratiya gelan çêbûye. Her ku diçe ev rewşa erênî pêşdikeve û li ser tevahiya Tirkiyeyê bandorê çêdike.
SEMÎNER : Turkiye di nav xwe û rojeva navneteweyî de (Pirsa Kurdî, Rojhilata Navîn, Kafkasya, YE, YDA)
Derwêsh M. FERHO, Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê, Roja 25.10.2009- Saet 14.30
Nivîskar Eslîxan Yildirim û pirtûka:”Di sedsala 20 an de Kurdistan û sînor”, Gabar Çiyan
Pirtûka nivîskara kurd Eslîxan Yildirim ya nû ”Di sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor 1” di nava weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê berî nuha belav bû. Mijara pirtûkê, perçebûna Kurdistanê û hêmaya sînorbûnê ye. Nivîskar Yildirim li ser dîroka dabeşkirina Kurdistanê û rewşa sînoran pir alî hûr dibe û qonaxên dîrokî ronî dike. Pirtûk, 280 rûpel e.
Ji Destbirakê Min Hesen Kaya Re, Konê Reş
Min ji dostê xwe re got; mamoste! Va meha oktoberê hat, nabe ku 25 saliya Cegerxwîn bê bîranîn derbas bibe.. Yobîla zîrîn e.. Pêwîste, em çendek bi hev re herin serdana gora wî û gurzek gulan li ber serê wê deynin.. Bi kêmayî bi çend gotinan, em wî bibîr bînin.. Ku ne ez u te wî bibîr bînin ma wê kî wî bibîr bîne? Raste, rewş nexweş e, xerab e û zext pirin lê serdana gora Cegerxwîn di rojeke wiha eyan de ferzeke eyne, ew jî qedera me ye..
Aramê Tîkran: Seydayê Mûzîk û sitrana Kurdî (1934 – ….), Derwêş M. FERHO
Ji 12 saliya xwe ve “bi şiretên bavê xwe dest bi heza mûzîk û sitrana Kurdî” dike. Bi beşdariya şahiyên cihê di nava muzîk û sitrana Kurdî de dipejire. “Her roja diçe, ji hunerê xwe zêdetir hez” dike. Di destpêkê de, bi qasî salekê li Ûdê dixe û “tesadûfî” cumbûşekê dibîne.“Min hez jê kir û dengê min li cumbûşê hat. Min ji Stembolê yek da anîn. Ew roj, ev roj cumbûş bû cîhaza mûzîka min”.
Enstituya Kurdî ya Brukselê Dergehekî Kurdî Mezin e li Europa*
Hevpeyvîn bi berpirsiyarê Enstituyê li Bashûrê Kurdistan
Dosya Taybetî:Rewsa eserên dîrokî li Herêma Kurdistanê
Nirx, anku eserên dîrokî, mîna peyker, keleh, kanalên avê û cihên olî û hwd, sahidbûnê ji
hebûna çandan re dikin. Her nirxek dîrokî, ji bo çanda xwe, delîlek zindî ye. Lewma
parastina nirxên dîrokî, xwedî derketina li dîrok, çand, bawerî û hunera xwe ye.

