Latest News

Stay Informed

Bo statuyek nû: BOYKOT, Memo Şahin

Di 12 îlonê de çend xalên zagon û destûra bingehîn, qanûna esasî ya Tirkiyê bo armanca geherandinê û bi riya referandumê tên ber gel. Ne tenê tirk her ûsa kurd jî ketine danûstandinek, mineqeşeyek germ û kur. Hinek piştgiriya paketa AKP’ê dikin û dibên erê, hinek jî dij derdikevin û dibên na. Piraniya kurdan jî dibên, ev ne karê me ye, em naçin ser sandoqan û destûra tirk boykot dikin.

Bozan Tekîn : Hebûna me li vir garantiya gelê bașûr e, Heso Hurmî

Qendîl: Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê Bozan Tekîn , di hevditinekê da, li ser rewșa siyasî bi me re peyivî, pirsên cuda hatine qadê, lê tev ĵî li dor rewșa siyasî û civakî a KCK’ê û gelê Kurd bûn. Ev pirs li bersivan di geriyan, ewî ĵî xwe lê kire xwedî.

Dîplomasiya Kurd û Encam, Ahmet DERE

Dîplomasî rêbazekê hemdem ya xebatên navneteweyî û navdewletî ye. Dewleta ku di karê dîplomasiyê de qels be, nikare serxbixwe tevgere û nikare berjewendiyên xwe, di qada navneteweyî de, biparêze. Lewre, ji destpêka sedsala 20. vir ve, dîplomasî bûye xebatekê sereke ya dewletan. Di nava wezîrên hemû dewletan de, yê ku zêdetir pispor, naskirî û zana dibin wezîrê karê derve ne, qadroyên heman wezaretê ku di balyozxaneyan de wezîfe dikin jî, di pir aliyan de pispor in. Di warê aborî de jî, heman xebat bi derfetên pir dewlemend têne meşandin.

Bozan Tekîn: Erdogan Dehaqê serdemî ye

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê Bozan Tekîn rewşa dawî ji ajansa nûçeyan a ANF’ê re nirxand. Tekîn, diyar kir ku li hemberî gelê kurd ku êrîşên faşîst-nijadperest dihat meşandin de daxuyaniya Atalay “hûn çi dikin bikin, Amanosan paqij bikin” weke fermana komkujiyê nirxand. Tekîn, êrîşên dawî yên li hemberî gelê kurd spart daxuyaniya Atalay. Tekîn, destnîşan kir ku di mijara neteweperestiyê de AKP bi MHP’ê re ketiye pêşbaziyê û ji bo kurdan Tayîp Erdogan Dehaqê roja me ye.

Lêbûrînxwestina fermî ya Britanya ji Îrlandiyan ! Derwêsh M. Ferho

Brîtanya 38 sal pash êrîsheke hovane li hember Bakurê Îrlanda ku 14 kes hatibûne kushtin lêbûrîna xwe xwest. Serokwezîrê nuh David Cameron di destpêka karê xwe de bi navê Brîtanya weha got: “xwendina rapora di vî derbarî de dijwar e. Bi gotinan zehmet e meriv bêje. Tishtên di Yekshema Bi Xwîn de qewimî ne, bê bingeh û ne li rê bû. Bi kurtî shash bû. Bi navê netewa Brîtanî lêborînê ji Îrlandiyên Bakur dixwazim”.

F
E
E
D

B
A
C
K