Latest News
Stay InformedBi Mîr Celadet Bedirxan Û Hawara wî Re Li Cizîra Botan Bûm, Konê Reş
Li ser daxwaza şaredariya bajarê Cizîra Botan, min jî beşdarî di Festîvala 4’emîn a Rojên Ziman, Çand Û Hunerê Ya Cizîra Botan de kir. Ew festîvala ku di rojên 14-15-16 Gulana 2010an de li Bajarê Cizîra Botan, dibin durişma (Zimanê Me Stêrka Esmanê Welatê Me Ye) hat li darxistin. Fermo gotina min a ku li dor mîr Celadet Bedirxan û ekola Hawarê bû, bixwînin:
Silavek Wefadarî Di Bîranîna Rewşen Bedirxan De, Konê Reş
Belê, silavek wefadarî ji bîranîna Rewşen xanim Bedirxan re..
Pêşbirka hovan li Kurdistanê didome, Mehmet Filiz
Berê jî gelek caran dagîrkarên Kurdistanê ketibûn pêşbirka kuştin û qirkirina kurdan. Niha niyeta wan heye ku vê komkujiyên xwe berdawam bikin. Wisa diyare ji bo xelata kuştina kurdan bi destxin, ev pêşbirk dê hê bi salan bidomîne. Bi taybet rejîma melan ya Îranê û rejima turkên pir reng (rojekê kemalîstên layîk, rojekê panislamiyên tirk) ev herdu dewlet di van rojên dawî de ketine pêşbirkeke pir xeter.
Kongreya PEN a Kurd, Ahmet Dere
Di nava hemû civakan de, nivîskarî xebateke binirx û hêja tê dîtin. Pêşketina gelan li gorî asta rewşa çanda û wêjeya wan çê dibe. Civatên ku di warê çandî û wêjeyî de pêşneketine, nikarin di nava gelan de bibin xwediyê cihên birûmet. Çand, wêje û bi tevahî rewşenbîriya gelan, bi rêya nivîskar û zanyaran pêş dikevin. Siyaset û aboriya gelan bi rewşa wan a çandî ve girêdayî ye. Lewre, di nava hemû civakên hemdem de, cihê rewşenbîran li ser siyasetvan û aborînasan re tê dîtin.
Nameyek vekirî ji Serokê Kurdistan, Birêz Mesud Barzanî re! Memo Şahın
Birêz Serokê Kurdistan, Kek Mesud Barzanî,
Şekiroyê Xudo (Mihoyî) sê sal berê ji nav me koç kir, Derwêş M. Ferho
Zanyarê Kurd ji Ermenîstanê, Şekiroyê Xudo, sê sal berê, di heftê û heft saliya xwe de ji nav me koç kir.
Nûçe ji Bashûrê Rojava
Qamişlo: Derketina ji Sûriyê li çalakvanekî siyasî hatiye qedexekirin
Şakroyê Xudo Mihoyî
12 Nîsanê 80 saliya jidayîkbûna kurdzanê navdar, doktorê zanistên dîrokî, professor, akademîsyenê Akademiya Netewî ya Ermenîstanê Şakroyê Xudo Mihoyî temam dibe.
Rus li Turkiyê, Turk di Rusya de
Derwêsh M. Ferho