Latest News

Stay Informed

Makezagona hikûmeta AKP neynika dewleta Turkiyê ya nuh e! Derwêş M. Ferho

Ji serî de xuya bû. Gotinên berpirsiyarên hikûmetê, rayedarên dewletê û parlementoya Turkiyê, ev firaza îro şanî me didan. Ji bo Kurdan biqasî misqalekê guhertin nîne. Lê dîsa hikûmet, AKP û rayedarên dewletê şaş dimînin ku parlementerên bi rûmet yên BDP dengê erênî nedane vê makezagonê. Û gelek ‘ronakbîrên Kurd’ jî eynî dahola dewleta Turk lêdan. Ez dewletê fehm dikim, lê ‘ronakbîrên Kurd’ ji min re fehmkirin dijwar e…

Rêzdar Xelîlê Heso, berketiyê Êzdîtiyê û evîndarê welat bû ! Kemal Tolan

Dema min jî bihîst ku rêzdar Xelîlê Heso di 04.05.2010 de kirasguhastiye, ez pir xemgîn bûm û ez di nav mitalan de çûme nav wan rojên ku min rahmetî di sala 1970 de li nav bajarokê Qubîn(Bişêriy)ê de naskir. Baş tê bîra min, gava Xwedê jê raziyê Xelîlê Heso me çend xortên xwandevanên Êzdî li nava Qubînê didît, ew gelekî ber dilê me diket û şîretên pir baş li me dikirin.

Divê Kurd bibin xwedî projeyên pasherojê, Derwêsh M. Ferho

Ji wexta ku ez xebatê ji bo Kurd û Kurdistanê dikim her tim min gotiye: Em çiqasî kar bikin bes nine. Dive em bê navber karê xwe bidomînin. Her tishtekî ku em dikin gavek e ber bi Azadiya gelê me de. Divê em stratejiya teybetî biafirînin. Her gava em diavêjin jî dive bi proje be.

Li Parlamenê Ewrûpa Pirsgirêka Kerkûkê Hat Gotûbêjkirin, Heso Hormî

Rûdawnet – Brûksel: Roja 26.04.2010an li Parlamenê Ewrûpa li Brûkselê, kongra bi navê "Dahatûya Iraqê: Kerkûk û Navçeyên Nakokbar… Nerîneke Kurdî", hat sazkirin. Jimareke kesayetiyên siyasî, parlamenterên Ewrûpî û Belcîkî û Holendî, medyakar û akademisyenên Iraq û biyanî di kongrê de beşdar bûn. Kongre bi hevkariya Enstituya Kurdî li Brûkselê, Navenda Kurdî a Perwerde û Fêrkirinê li Fransa bi hevahengî li gel Yunes Goran ji aliyê Partiya Sosyalîst a Holenda ve hat sazkirin.

F
E
E
D

B
A
C
K