Latest News
Stay InformedŞekiroyê Xudo (Mihoyî) sê sal berê ji nav me koç kir, Derwêş M. Ferho
Zanyarê Kurd ji Ermenîstanê, Şekiroyê Xudo, sê sal berê, di heftê û heft saliya xwe de ji nav me koç kir.
Nûçe ji Bashûrê Rojava
Qamişlo: Derketina ji Sûriyê li çalakvanekî siyasî hatiye qedexekirin
Şakroyê Xudo Mihoyî
12 Nîsanê 80 saliya jidayîkbûna kurdzanê navdar, doktorê zanistên dîrokî, professor, akademîsyenê Akademiya Netewî ya Ermenîstanê Şakroyê Xudo Mihoyî temam dibe.
Rus li Turkiyê, Turk di Rusya de
Derwêsh M. Ferho
Makezagona hikûmeta AKP neynika dewleta Turkiyê ya nuh e! Derwêş M. Ferho
Ji serî de xuya bû. Gotinên berpirsiyarên hikûmetê, rayedarên dewletê û parlementoya Turkiyê, ev firaza îro şanî me didan. Ji bo Kurdan biqasî misqalekê guhertin nîne. Lê dîsa hikûmet, AKP û rayedarên dewletê şaş dimînin ku parlementerên bi rûmet yên BDP dengê erênî nedane vê makezagonê. Û gelek ‘ronakbîrên Kurd’ jî eynî dahola dewleta Turk lêdan. Ez dewletê fehm dikim, lê ‘ronakbîrên Kurd’ ji min re fehmkirin dijwar e…
Dardekirina pênc Kurdan ji Rojhilatê Kurdistan wahşeta dewleta Îranê nîşan dide!
Ferzad Kemangar, Ali Heyderiyan, Ferhad Wekili, Shirin Elam-Hooli, Mehdi Eslamiyan di berbanga roja 10ê Gulanê de ji aliyê dewleta Îranê, bi biryara ‘dagehê’ hatin dardekirin. Tê gotin ku di heman demê de pênc Kurdên din jî bi jehrê hatine kuştin.
Rêzdar Xelîlê Heso, berketiyê Êzdîtiyê û evîndarê welat bû ! Kemal Tolan
Dema min jî bihîst ku rêzdar Xelîlê Heso di 04.05.2010 de kirasguhastiye, ez pir xemgîn bûm û ez di nav mitalan de çûme nav wan rojên ku min rahmetî di sala 1970 de li nav bajarokê Qubîn(Bişêriy)ê de naskir. Baş tê bîra min, gava Xwedê jê raziyê Xelîlê Heso me çend xortên xwandevanên Êzdî li nava Qubînê didît, ew gelekî ber dilê me diket û şîretên pir baş li me dikirin.
Abdullah Demirbaş:”Spas ji Aşûriyan û piştgiriya wan re”
Berî bi du hefteyan şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş layiqî girtina ”Xelata Çanda Aşûriyan” hatibû dîtin.
Semînera ji bo xort û keçan li Enstituya Kurdî li Brukselê
Li Bruksel, paytexta Beljîka, Enstituya Kurdî li gel hin rêxistinên civaka sivîl û komeleya Kurdên Sûriyê li Aachen semînerk ji xort û keçan re li darxistin.

