Latest News

Stay Informed

Divê Kurd bibin xwedî projeyên pasherojê, Derwêsh M. Ferho

Ji wexta ku ez xebatê ji bo Kurd û Kurdistanê dikim her tim min gotiye: Em çiqasî kar bikin bes nine. Dive em bê navber karê xwe bidomînin. Her tishtekî ku em dikin gavek e ber bi Azadiya gelê me de. Divê em stratejiya teybetî biafirînin. Her gava em diavêjin jî dive bi proje be.

Li Parlamenê Ewrûpa Pirsgirêka Kerkûkê Hat Gotûbêjkirin, Heso Hormî

Rûdawnet – Brûksel: Roja 26.04.2010an li Parlamenê Ewrûpa li Brûkselê, kongra bi navê "Dahatûya Iraqê: Kerkûk û Navçeyên Nakokbar… Nerîneke Kurdî", hat sazkirin. Jimareke kesayetiyên siyasî, parlamenterên Ewrûpî û Belcîkî û Holendî, medyakar û akademisyenên Iraq û biyanî di kongrê de beşdar bûn. Kongre bi hevkariya Enstituya Kurdî li Brûkselê, Navenda Kurdî a Perwerde û Fêrkirinê li Fransa bi hevahengî li gel Yunes Goran ji aliyê Partiya Sosyalîst a Holenda ve hat sazkirin.

Bang li YE’yê: Ji bo Kerkûkê hewl bide!

Konferansa bi navê Pasheroja Iraqê; Kerkûk û herêmên din yên neçareserkirî
Perspektîva Kurdî bi dawî hat û bangî YE kir ku ew jî rola xwe ji bo çareseriyke berdewam bike!

F
E
E
D

B
A
C
K