Latest News

Stay Informed

Ber bi standardkirina zimanê kurdî, Heso Hurmî

Wek tê zanîn hebûna gelek zaravan di her zimanekî de li seranserî cihanê pêverê zengînbûn, hêzbûn û xweşikbûna wî zimanî ye. Lê mixabin li cem kurdan pirbûna zaravên kurdî (kurmancî, soranî, hewramî, kelhûrî, zazakî, goranî … hwd) ji me re bûye pirsgirêkeke mezin û li çareya xwe digere. Rojbiroj hêviya hevnêzîkbûnê kêm dibe û nehezên kurdan mifa ji vê çendê wergirtine ku zêdetir nakokiyê û dubergiyê bêxine nav me.

Dildariya Kurdî û Rastî, Hesen Huseyin Denîz

Her mirovek di himbêza dayîkekê û her dayîkek jî di civakekê de mezin dibe. Bê guman ev mirov û dayîk bi zimanê wê civakê mezin dibe, dide û distîne. Di dîrokê de desthilatdarî gelek caran ji bo mirov ji vê taybetmendiya xwe dûr bikevin zimanê dayîkê li wana qedexe dikin û zimanê xwe li ser wana ferz dikin. En ji vê re dibêjin hilandin, asîmîlasyon an veguheztin.

Hevpeyvîn bi Konê Reş re, Helîm Yûsiv

Konê Reş behsa serpêhatiya pirtûkên mîr Celadet Bedirxan, Mehmed Uzun û destnivîsa “Bîra Qederê”, kovarên kullek û seqet û nivîskariya Kurdî li Binxetê dike.

Başûrê biçûk û evîndariya zimanê Kurdî

Derwêşê Xalibê Derwêş, evîndarê zimanê kurdî ye. Wî jiyana xwe tev daye ziman û wêjeya kurdî. Wî û hevalên xwe, di van pênc salên dawî de, sênga xwe dan sextî û metirsan û bi derfetên hindik, 5800 kes fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kirine.

Jinenîgariya Aramê Dîkran*, Konê Reş

Buhiştî Aramê Dîkran di 15/01/ 1934 an de li Qamişlo çêbûye. Ew bi xwe kurê Dîkranê Sakoyê Mêlo ye(Navê wî di nasnameya wî a sûriye de wiha ye; Aram Serkîs Mîlîk), bi eslê xwe ji Ermeniyên herema Farqînê ye.

F
E
E
D

B
A
C
K